de rabe qurban ji xewê rabe
ez kurdistan im halêm xirab e
rabe binêre agir dibare
dujminê zordar çiqas xedar e
ketiye hundir îro dagirker
dest daniye ser welat seranser
rabe bavêje şubhe gumanê
ji bo dujmin jî were îmanê
tu xwe qebûlke bi her reng û deng
ji bo meşeke hevkar bi aheng
dujmin li ber hev te bi kar tîne
piştre yek bi yek ser difirîne
ta kengî tu yê dijberê hev bî
doza ez û tu te bixe bin pî
navê te kurd e bi navê xwe be
ji bo li cîhan dengê te hebe
mîna gelên din ala xwe hilde
çira xwe pêxe ronî di dil de
rêya rûmetê tim yekîtî ye
hizûra welêt bi biratî ye
bêje dagirker derkeve here
ev ne yê te ye zû derkev der e
ger hişyar nebî welat wêran e
agir û xwîn e çiqas dêran e
ez kurdistan im halêm xirab e
ji bo xwedê tu de bes e rabe!
*Bi destûra helbestvanî ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Necat Zivingî şiirlerine dön