Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Narîn Omer

Narîn Omer

2 görüntülenme 0 beğeni
Were looo payîz kirasekî rengereng li xwe dike û bi bax û daristan dibe gava peyvên me bi çarlepka diçin û wateyên xwe di paxila demsalan de nîşan dikin. Were looo… min wek jinek bêhêvî nehêle di tarîbûna tirsê de dilerize li bende koçkirina xwe ye di goristana "namûs" û "şerefê" de piştî pizotek ji tewşîbûna zirzekî pekîya, û li hawîrdora hastên wê qefayî. Delalo… Ew gula ku te ji keftelefta evîndaran dizîbû, hîna di tûrika dîlan û sema pirpirîkên me de razayî ye Ez newêrim wê hişyar bikim tirsa min ewe ku, bi hişyarbûna xwe re eşkere navê te hilde û dara parastina me bihejîne. Dîno looo… Dîsa ez dibêjim: Gulek sêwî, zivistanek rebin û agirekî bê hêvî bide min. Ez ê… gerdûnek navdar, buharek hêzdar û alafek awîze bidim te. Erê looo… Xwestekên xwe li ser xaka bihîstoka min bicivîne û bihîstoka ramanên xwe bide min. Ez ê ji te re bêjim: Tu kakila dilî dikarim bêjim: Min te divê pirr ji te hezdikim… lêêê tu nabînî. Lêvên min van peyvên wate pîroz li ser tevna cîwarê birêsin. çimkî tu jî di nav halana "Adem" de vedigevizî û li çêlîkên "Hewwa" van pîrozbahiya qedexe dikî. Hevalooo Dibêjin: Jin jiyan e û jin afrete Were, em bi hev re bêjin: Gerdûna bê jin… jiyanek bê bere… û bê mêr… xwelî li ser e û bi jin û mêr hebûn seranser e.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Narîn Omer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz