Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Narîn Omer

Narîn Omer

2 görüntülenme 0 beğeni
-N- pispisa te.. li pey asoyên Zêrîn bang li min dike hemî gunehên evîndaran eşkere dike Min bero dîwarê xwestekan ve dibe da ez bibim imza tabloyên pispisê. -A- Zummêna matbûniya te kembera xwe li min dalîne min dike Basûr û min belav dike li ser bêdawiyên serdemê da lêkolînek bê nermayî vekolînim di warê mendehoşiyê de ta bêdengîyek wekî a te bibînim. R-- Zengilê gavên te dawiyek endizyar ji koçberiya min re dineqşîne devek bi ken ji kenê tobedariyê re ava dike Min dipişêve alûziyek di etûna lêbûrînê de da ez birîna maweyan derman bikim. I-- Xwîna pênûsa te diherike di kûrbûniya hizrên min de Kelîştekên wan reng reng dike Pizotek hêvî ji dara herdemiyê tîne û diçîne Ji bo di qijîna kûrbûniya giyanê te de ez hestedîn bibim. -N- Barana germbûniya te pizûskên hemî holên evîndaran di lehiyên xwe de avjen dike nalîna sistbûniyê di canê min de bi pêt û hawar dike bero landika hestên te diçim û xwe tê de vedişêrim Ji xala despêkê. R-- Ez ji siwarbûna pêlan bitirsim û Ji waswasa dema Ji nifşka ve pispisa canê te tête min ta ez xwe dibînim Pirpirîkek rengîn û bi etûna baxê te re dilîzim. D-- Min serbest bike ezê geryanek kûr di kûrbûniya ramanên te de bi dawî bikim. S-- çiqas pake ramanên te di xanûsata xwe de çi şehbaze avjenî di kaniya germbûniya te de dema germbûnî zihabûna seqemê bê bizav dike. ş- - çi qeşeng e pispis di nav biyaniya peyvên te de çaxa bêdengî kêferatê dike û can dikêşe.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Narîn Omer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz