Nermîn bide dest min piyala vînê
Min mestke ji kehniya vê birînê
Bila ev hiş û sewdan bibne serxweş
şûşa meyê bîne, metirse Dînê
Kul û derdê min pirr in, nîne derman
Mixabin yar ez kuştim vê evînê
Bide min piyala bi wan destê xwe
sermestî tenê dilê min dihînê
şev û roj, herdû li ba min wek hev in
Min nedî kêfxweşî ji wê civînê
Nerm in - xwezka Gola Wan bûbane mey
Lê tirsa min ew e ku mey nemîne
Lê şêrînê, miştke piyala min
Ber ez Mem bûm û rvîn jî Zînê
Tîrên dijwar bes vede, te ez kuştim
Nermîn pêlek min dibe, yek min tînê
Nermîn bide min piyalek dîtir
Bi destê xwe belake hinek vînê
Ey şox û şengê, vî dilî ji mir veke
Ezê bi sadî dermankim birînê
Tenê li ber çavên min xuyabe
Lê rastî ez im nexweşê nav livînê
Tenê bide min piyala kirîstal
Ev reng geş e di çav de didomînê
Jana min zirav e...evîn giran e
Dil wênme ye, çima tu wî nabînê
Nermîn tiştek mîna şad dil geş nake
û tiştek wek evîn dil naleqîne
De wer hilde piyala evîn te jor
Wê evîn kulîlkan bişkevînê
Tirbesipiyê 1989
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mizgîn Hesko şiirlerine dön