Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mizgîn Hesko

Mizgîn Hesko

2 görüntülenme 0 beğeni
Werzê min Bê berbû Min tu Vexwendî bê dengiya Dîmenê kirî. Li ser masê Piyalek tijî rondik Ber bi awazan ve Diherikî. ûûû... Tu... nuhêrandina dilî Gava sirûda şînê Berdewam dikî û razên xwedawendên dilbijok Di xwe de dicivîne. Tu..di nîgaşê min de Geştiya hêviya yî Gava bi aramî çavan xilmaş dikî û bi hêminî Hest dilorînî. Tu..barîna baranê yî Gava bi ser axa tî de Tête xwarê û berê gulberoyan Ber bi çursandina xwe ve Diguherînî. Tu fîxana Jinê yî Gava hewil didî Serî rakî û her û her Di himbêza xwenan de bi hisret Dimînî. Tu.. awaza şînê yî Ji şînê Ji mirina rojane Morîkên jiyanê Bi darve dikî Tu..dastana Gilgamiş î Gava Ankîdo Qehremanê daristanan Vedgerînî destê keçên şox û şeng. Tu..reprepa hespa yî Kalîna pez î Gava tête ser birîn û dibî qurbanî Xwedawendên Gewre û leheng Tu..çingçinga şûr û rima yî Serfiraziya çiya yî û di heman katî de Tu Pûnijîna berfa qeşeng. Tu..razên rewanî Gava dikevî Tora evînê. Tu..borîna jana yî Gava difetiqin Ji rehîn jînê. Tu..hatina buharê yî Gava rengan Bi xwer tînê. Tu..giryê Iştar î Va sirûşt Firmêskan Li ser xweşewistî Dibarînê. Tu..naziktirîn şêweyê şîna min î Ma çend kelek û gemî Di sîmfoniya te de Derbas bûn. Tu...bihêztirîn Tabloyeke bê reng î Ti hunermendên şêwekar Qermîçokên bedena te Nîgar nekirin. Dibe... ku tu somer û akad bî An jî mîtan û mîdya bî Dibe... ku tu aşûr û kildan bî An jî qendîleke vêketî Ji agirê zara bî. Dibe... ku tu mezopotamya bî An jî yekîtiyek ji olên cuda bî Her û her Tu..naziktirîn bihêztirîn şêweyê şîna min î

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mizgîn Hesko şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz