Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîroyê Esed

Mîroyê Esed

2 görüntülenme 0 beğeni
Rûniştime devê b’erê, E’ynî bûme maşoqê wê. Ji xiyalê herro dûr, Weke b’erê dûr û kûr Niqo dibim nava fikra, Xeber didim dilkê xwe ra. Pêlê be’rê tev hev dibin, Hev de’f didin û radibin, Erîş dikin, dikin şîrqîn Li kenarê be’rê didin. Kenar didin û ew dîsa Şûnda diçin, ku bên dîsa. Gele cara diçin û tên Bo nav be’rê wêda bavên, Hemû tiştê bêkêr, zêde, Ku ew bibe lap bê zede. Û wê demê tu dibînî Kela be’rê temam danî. Bayê dînik, hênik, nermik Ber’ê dertê nazik, çapik Ber bi min tê, min dalêse, Heta jê tê ew direve Û paşê jî dike gazî: Bese rûnî, min ra dibê, Kela be’rê, tu nabînî, Mîna her car îda danî, Lê tu, lê tu ker’ û sewsî Ne dikenî, ne digirî, Ne radibî, ne jî tiştkî Mîna be’rê rabêr dikî. Dibêm: here, bal mi tune Tiştê zêde em bidin te. Ba hêrs dibe, dizivire, Dike dûman, toz radibe, Qirş û qala dipekîne Ser çavê min, dilezîne... Em guh nadin bayê dînik, Hê germ dibin ez û dilik, Nav fikra da hê kûr dibin, Gele tiştî em bîr tînîn. Gele tiştî tenê zanin Ez û dilik, ku em nadin Bayê dînik, aqilsivik. *Mîroyê Esed (1919-2008) *Ji pirtûka wî ye Ewledê Weten , Êrêvan, 1969 *Çavkanî: @mount_ararat

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîroyê Esed şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz