Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîroyê Esed

Mîroyê Esed

2 görüntülenme 0 beğeni
Baran dihat Hûrik-hûrik, Keskesorê Pira çêkir, Hezar û yek Reng li wê kir. Çemo gurr bû, Ave şêlû, Li ser pêla Pir qirş û qal, Fitil dida, Mîna me'ra, Dikir fişîn, Dikir xuşîn, Diwerimî Û kef dida. Dikir bide Ber xwe bibe. Pira renga, Serr'a bavê Hê gurr bibe, Bilindbe hê Heta Tavê: Wê ruhdara Gul-sosina, Çema, be'ra, Û baranê, Keskesorê, Û ruhbera, Hemû benda. Lekê lêxe, Wê vesîne, Ku rû dinê: Jêrê, jorê, Tenê, tenê Ew bimîne. Kişiya çemê Ha hurrbûyî, Her tişt bîr kir, Qure, qutam, Bi ceng û qal- Hat biteqe Kenar derket, Çirpand herî: Gol, sosina, Û kulilkêd Reng awazî. Kenar derket, Meş lê sist bû, Qirş û qal jî Tev jê revîn. Kir û nekir Tişt pê nebû, Be’r ket bîrê. Ew dosta wê Berê-berê Û hê lezand. Û hê lezand, Çû cem be'rê, Temene bû, Go: ez qurba, Go, ez xulam... --Tu xêr hatî, Çi qewimî Te bîr anîm? Be'rê pirsî --Bîra te kir Û ez hatim. -- Çemo, şerme, Tu rast bêje Çî te kême? Kela çemo Hinek danî, Şek lê şikest, Kef jî hinek Lê kêm bû, Go: çi bêjim, Çi nebêjim, Em pizmamêd Kal û bava, Qismê me yek, Nêta me yek. Çi veşêrim, Xîreta min Te'mûl neda, Anîm vira. Dikişim ez, Dibezim zor Şevê, rojê, Dikim nakim Hilnakişim jor. Fêza me da Tav dikene Û keskesor. Bilindtirin Ji me topik, Çiya û zinar, Steyr û dar... Em kê kemtir, Kê alçaxtir. Eger hebe Komeka te, Ezê gurrbim, Ezê zorbim Hilpekime jor, Gişka bidim Ber xwe bibim. Dinê bikeve Destê min, te. Be'rê bihîst Ev xeber gişk Û keniya, Gumreh p'êlda, Paşda kişiya, Çemik wir hîşt. Çemo ev dît Reng ji wî çû... Go: wey min pişt.. Çemê çevqul, Dexes, bê dil Ket pir dilqa, Gelek cîya T'emene da, Lê tişt nekir. Tavê tîn da, Keskesorê Hê şewq veda. --Çemo go: wey, Min qijikî, Û rojekê Ew miçiqî. *Ji pirtûka wî ye Ewledê Weten , Êrêvan, 1969 *Çavkanî: @mount_ararat

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîroyê Esed şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz