Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Miradê Miradan

Miradê Miradan

2 görüntülenme 0 beğeni
I robarek ji enîya te ber bi zenîya te ve diherike û dirije nav deryaya paşila te belkî Dîjle be belkî Ferat belkî jî ne her du hawîrdor bihuşt e di qeyîkek ji serdema navîn mayî de diherikim li ser erdnîgara rûyê te hawîrdor dîrok e dema di naqeba birhan re derbas dibim hêlek Mezopotamya ye, destpêka jîyana dêmatî hêlek Anatolya, xaka şaristanîyên dêrîn dema qeyîk berjêr ve diherike çîyayekî bejinaza serî hildide ev der e lûtkeya dinê, ev der Everest e dinya tev li ber lingên min raxistîye hawîrdor dixuye tu, bi her derên xwe dixuyî û teyba min strana “ez şah im delala min”* lêdide. li ser erdnîgara rûyê te ez, erê ez şah im delala min û wî Pegasûsî di şerê Xwedanan de ji Zeûsî direvînim, bi şadî ber bi kurahîyên te ve dibezînim II ji wir diherikim berîya rûyê te ev der qet xerîb nîne ji min re hawîrdor werz û rez, zevî û pez erê ev der berîya Mêrdînê ye berîya Mêrdînê berîyeke dûz e keleha Mêrdînê, hê jî nobedar e xas e axa wê, kevirê wê hiner e Qesra Qelendera hê jî li şêmûg e. ne berî ye, behreke venedîtî ye. Mêrdîn giravek e, di ortê re hilaye Qoser e lê, li binîya çîyayê Mêrdînê dil daye wê bejnê, hûr hûr govendê digerîne û Siltan Şêxmûs, meta min bo zaroyekî heft caran xwe avêt bextê wê zîyaretê lê şêx guh nedayê, nebû dê û tu Sêbîna min, Çemê Bunisra ez im li Weysîkê, peya hatim siwar diçim di dolmîşeke çavlixew de li binîya Kaşê Mohris, ber bi gund ve bêhna mastên Pîra Sor ez im pîrê! mala me ne li serê wî girî ye hê tu bê û nebînî, hawara xwe bigihîne melê bila ba bike b’sê dengan: gellîîî gundîyan! ew ê nîşanî te bidin mala me ya l’ber rê çîyayê Mêrdînê serê xwe bitewîne! aniha dixuye Midyad, li zozana Tor Abdîn, xelwetxana Mar Gabriel doteke siryanî rêsîyan dirêse êrê em kirîvê hev in kirîvê, de bîne wê şeravê! biferme em binoşin li şaneşînê, li ber dengê lîlîna vê naqosê ji hêla din Qamislo destê xwe li ba dike min te ji bîr nekir lo, silav Qamişlo! bajarê ku lambên wê êvaran mîna ku stêrkên milyonsalî bin diberiqin hindik xwezî min bi te neanîn çaxa ku li Nisêbînê ceyran diçû (hê jî diçe) û em di tarîtîyeke kor de neçar diman lê tu hê jî bêxem diberiqî Qamişlokê min tu carî gav neavête axa te, lê zarokîya min bê şêx û meleyên te nabe rûyê te erdnîgara bajarên qedîm, mîna Qamişlo rewneq, mîna Mêrdînê şîn. rûyê te rêya hevrîşim û ez şûnwarnasek im li erdnîgara rûyê te III îstgeha dawî lêvên te ne niha li wir im bêhneke egzotîk ji derdor difûre li hawîrdor darqehwe hene û dibe ku ev der parzemîna Efrîqa be erê ev der Habeş e û ew şivanê ku dibêjin bizinên wî qehwe keşf kirine jî ez im va ye dibêjim, ew şivan ez im û darqehwe yekem car li lêvên te bişkuvîn *Ji pirtûka Radîşo, Weşanên Şor, 2019 *Bi destûra nivîskarî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Miradê Miradan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz