Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Miradê Miradan

Miradê Miradan

2 görüntülenme 0 beğeni
I sê dar hene li ber sêdarê: hinar, hejîr, hirmî ji daran darhinar e, ji hinaran hinara radîşo ji ber ku him tirş e, him jî şîrîn, destê xwe jê meşo mîna evînê, mîna birînê, mîna jîyînê. (dest pê dikim bi navê evînê ) ‘ewilî min divê kaxizek û çav li pişta te ye kêlîya “pişka min dibe pişta te” naxwazim binivîsim, lew dil hulhulî ye, dixwazim biramîsim, lew dil delodîn e. II evîn, qolinc e, xwe diavêje dil û mil illeh di qesta vê şiîrê de tu jî heyî, çavên te bi kil difikirim, dinivîsim mesele dîse tê ser lêvên te: ax ji lêvên te, av ji lêvên te di mista min de deqek, direfşa lêvên te di nav lêvên min de, zîl didin lêvên te. lêvên te şîregerm lêvên te radîşo firinde karûbarê koça mezin dikin gelek çîya, gelek zerya li ber fira xwe dihêlin, tavilê berê xwe didin têhna porê te: îstgeha bihuştî ye porê te evîn berbisk e li porê te, vîn baskokirî ye li nav porê te porê te zerketav porê te radîşo III birîn, qolinc e, xwe diavêje dil û mil birîn ku ber bi başîyê ve diçe xwera wê şîrîn e lê çermê wê hîn zîz e birîn şîrîn e -ax çi nestêle ye lê belê xwera zêde dîse birîn e ‘edap jê diniqute, ava wê tirş e çermê wê hey bixwîn e birîn tirş e, -wax çi mîratek e IV jîyîn, qolinc e, xwe diavêje dil û mil pêtala di dest mişextekî de ye dibeze asûde asûde diherike carinan carinan jî dijûne şev û roja te ko çi be jî jîyîn şîrîn e mirin mirarî ye bo jîyînê tu ji tiştina venagere: -mîna evînê, mîna birînê V evîn, di dil de narincok, tim li benda kişandina pîma xwe ye birîn, b’ hebûnê re dost, bi xwê û xwelîyê naqele jîyîn, ji wexta ku destpêkirîye vir ve evînek e ji wexta ku destpêkirîye vir ve birînek e *Ji pirtûka Radîşo, Weşanên Şor, 2019 *Bi destûra nivîskarî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Miradê Miradan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz