Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mihemed Nur Elhuseynî

Mihemed Nur Elhuseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
Mêvantiya çavên te, mêvantiya dest û newalên pir tarî ne tije bahoz in û.. bêrûmet in tenê, bi roj û şevan, li ber dergehên wan dimînim dixwînim weke pîrekî zerdestî çend salan ez dimînim ne sîya darekê roniya mehrabekê ne ne çirak di sînga min de vêdikeve ne dengê kewekî ne rêwîyek awirekê di min vedide ne şalûlek tê ser milê min tenê li van dîwaran dimeyzînim dîwarne nû li dora xwe bilind dikim pelên xwe diweşînim bêav dimînim bê nav .. rûyekî sar û terikî kes nabêje ev çi paytext e ev çi paytexta sêwiya ye ev çi hefsaneke mirî ye ev kî xwediyê vê dara çelmisî ye? ev çavên kesk û sist bûyî yên mîna welatekî bêxwedî ev çav ên kê ne? ev dest ên kê ne? herdem bilind kirî ne weke aleke spî û şkestî weke taveke sar û bêronî li hêviya baraneke xewrtîn Erê mirovo! sed salan tu li ser van riyan mayî li bende bayekî hênik li bende destekî nerm da xwêdana sar û germî ji ser eniya te hilîne, da ji ser dîwarê te stêreke vemirtî ragire, da kulîlkekê li ber pozên te deyne li ber kevirê serê te deyne û seva reş ji ser heyva te bide alî te derine rû zemînê dareke pişkivî yan gurzeke stiriyên çavbeloq ê mirovê êk ta e

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mihemed Nur Elhuseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz