Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mihemed Nur Elhuseynî

Mihemed Nur Elhuseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji nav gulê der tê Baskên spehî û zelal Bîna bejî Bîna bejna te Bîna xewnên rêwiyan Ya bi demsalan Di hundurê dîrokê de Xwe vemaltiye Xwe kirye asoyekî xemilandî Bi tirabêlka bêsoz Bi neh-deh baskên vekirî ên şilokî Ên dibriqînin ji roniya sibehên çavên te Ên şêrîn ji demûşên rewrewka mewîjan Ji dûmana bastêq û beniyan ew bask te bi rê kirin?!! glo ji min re?!! glo?!! mebesta wan çi welat in?!! çi asîmanin glo ?!! li hêviya baskan dimînim di nav prîkan de diçim û têm nêzîkî çavan dikim difûre bi ser min de bejna te ya koçerîn nerînên te ên welatek di wan de avadibe.. di herifi di bin ewr û baranên wan de.., tenê ez xwedî me xwediyê wan nerînên dîrokvanî ên bask ji wan difirin ew baskên xwe vegirtinin bi ser brînin bê binî bi ser ahînin xwedîkirî bi ser kulên avisbûyî.. eger bask û çav bighêştin hev sîya dara bi ser min de tê çmê keske-sorê dikeve sînga min de tûmê xernûbê şaxê xwe vedide di sînorê westaniya min de û na.. westim ez!! kevir bi kevir şev berî rojê qirşik bi qirşik di hundirê cergê xwe de pira hatina te ava dikim hêlîna baskên te asoyên nerînin te ez im damarên wan asoyan de fermo tê de biherike de bîna xwe tê de bib û werîne sor bike şîn bike malkên dilê min baskên jînê tê de bifirîne. 17.05.2002

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mihemed Nur Elhuseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz