Gava sînor
wek ejdiha
di welatê me de raketin
evîn jehrî kirin
destên dildar
û dîlberan ji hevkirin
Gava dildar
nikarî tîna dilê xwe
avda
ji kerba re
dilê xwe
dilê xwe
ji dîlberê re bi rê kir
dîlberê jî
ji hêrsa dilê xwe re
dilê wî
kir kodikek tembûrê
çar hevde ji porê xwe
li ser siwar kirin
û ji dildarê xwere
bi rê kir
Gava li saz diket
bê tirs û destûr
sînor derbas dikirin
bi xweşbûna wî sazî
dildaran biskên
dîlberan dihûnan
çav jê re kil didan
çek û rext li xwe hididan
bi hev re
sitirana welato
distiran!
25/07/1996, Ji Seyran Dil Di şîna Evînê De
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mihemed Hemo şiirlerine dön