Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mihemed Hemo

Mihemed Hemo

2 görüntülenme 0 beğeni
Cîhan hişk di xewde bû Ji sanciya dayika min Tovan rabû ... ! Ne guevguva bê bû Qîreqîra wê bû! Bîhin li ber çikya bû Hawara axê dikir ...!! * * * Codî ji tîrêjên rojê şîrfiroyê jiyanê mêt û berxwedana tofanê kir Ta bi agirê jiyanê ji şîr vebû... Di wî heyamî de Keviran li ser pişta codî xunçe dan Bûn guljiyan ... guljiyan ne çelmisîn... Bê dengiya codî kerrbûna me bû ... ! Bi lalbûna lal ... ! kevir peyivîn * * * Codî! ji gemiya ku, bi ser pêlên qêrîna Dayîka min ketî Ez peya bûm û pê bi pê min Zimanê latên te pîvan Codî beramberî zimanê Nûh e !! Loma Cîhan tev lal dibe Kevirên codî bi ziman dibin Bi hemî zimanên cîhanê çêroka tofanê distirên dizanin Ta dûvê jiyanê tê guran Kêlikên li ber serê me wê heyîna me bipên û tevrên gorkol rûreş reş bikin...! Codî! Roja te ji gemiyê hembêz kirime Min hevdak ji riyên jiyanê hilqetand! û di tevna heyînê de nîgarkir...! Bi wê nîgarê re Min giyayê Cilgamiş Ji gewriya mar hilkişand Pê nêza xwe kokir û mirina navê xwe lîwan (1) kir ... ! * * * Codî jînber e Li benda sanciyeke nûh rûyê xwe kiriye rûpel û raxistiye Ta ku dîsa qorên tîpan lê bihêwirin ... û kelaya destaneke nûh Lê avabe Bi peyxem û sirûda nûhjiyanê ...! pêşwaziya gemiya serdemî bike 14-3-2001, Silêmanî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mihemed Hemo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz