Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mem Bawer

Mem Bawer

2 görüntülenme 0 beğeni
Di qelûna êvaran de diqele evîn, şevçirayên şeva dilbijok û nûznûzok, şewla xwe tevli axînkişandina kûrahiya keserên biriqokî dikirin û tenêtiya Bajarên dilkevirreş dibe qesasê temenê takrihana rengîn, Weyla...! Di vê şeva havîna qûnsor de, dev diavêje canê xwe ba. Sosinên ku sûsa xwe ji esmerbûna êvarên porên te digirtin, Xwe bi bisk û keziyên darbîşengan dixeniqînin niha. Qesra keseran Kesera kesan Tu yî siltana qesran qesra dilînan..! Her êvar û her war Li çongên te digeriya serê min Tu dihat û baran dibariya Her piştî barînê baran dibû bêhna te û her carê min digot qey kêvroşkên xirdobelek in Dest û pêçîkên te. Min zû jiber dikir her carê, bi cizbeke belengaz û têra xwe sofî û bi serekî sermest dixwend zend avesta zendên te. Dewsa diranê te dima li ser... (nabe ku ez bêjim eyb e keçê.) Tu yî siltana qesran qesra dilînan..! Tu yî destpêka hemû rûpelên dîroka evînan, tu bibî mêvanê kê Li bin guhên hev dikevin hemû hest, raman, daxwazî, zanistî, Rûreşî û bextewarî. Te dest biavêta navika xewnên kê, wê danê kelecaniyeke lerzelerz û rengomengo dimixmixî ji rûyên wan ên şermokî. Heta çongê diketin nava çîroka jiyana te ya mirtoxeyî... Her kesek navekê li gorî dilê xwe li te dikir, hinekan digotin êş, Hinekan digotin rûkenî, hinekan digotin qeşmerî, hinan jî digot evîn. Lê min digot bûka ber dara miradan û her ku perçeyek potik min bi çiqilên te ve girê dida Destvala dilikumîm di vê riya reş ya berdî berdan de. Min navê bûka ber dara miradan li te kiribû û her ku ez diqeherîm Bi lêvên lerzokî, bûkikên sor li kêleka pelûnên çavên min derdiketin û min wan bûkikên qirêjokî bi biskên dotmama xwe derman dikir. Her carê kî pêrgî te bihata, diqiçqiçandin diranên xwe Lê dîsa jî baş dizanim evîn... Tu yî siltana qesran qesra dilînan..! Kî biketa tora te, lêvên wî dişindilî, dilsojiya wî dipelçiqî û dikete taya mirina kiras_spî hêviyên wî yên dînokî. Kezeba xewnên wî diperîtî di tenûrên goştên soringî de. Ey evîn..! Evîndar ji bo te diçin geşta sêvên lêvan Bi rûyên fediyokî û şerpeze Zimanê xwe gez neke û çelaqiyan neke. Bêtir bêriya birînên te yen hevrîşimî dikim Di vê havîna çîrzelik û qemirandî de… Tu yî destpêka çirûskên bi bahoz. Tu yî siltana qesran qesra dilînan..! Her êvar û her war Xilav dibû xilolîk û bi xuroşî dibariya Her piştî barînê baran dibû bêhna te û bêhna kizûrî difûriya ji jiyanên belqitî…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mem Bawer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz