Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mem Bawer

Mem Bawer

2 görüntülenme 0 beğeni
porê min poçaxa şêrê nêr ku tu caran nehatiye şehkirin gemarî lê car caran bi bayê bezê hatiye firkandin serê xwe deyne ser axîna dilê min li binê asîmanê şîn barana ku wê rojê bi ser me de bariyabû bifikire ku çawan bûbû peroşên evînê û di nava valahiya wextê de mîna xelekên li ser rûyê avê wenda bûbûn di nava xwîna me ya bizotkî de êdî ji serî heta binî em bûbûn evîn gava ku em dimeşiyan li ser piyan, enîskên me bi devê laşê bayê hevdu maçî dikirin bi serê sermest ji min bawer bike sond dixwim bi serê stêrkên wê bihara ku, bi bêhna sincan û bi bêhna pûngê xemilandî ez ê bi şêrê evînê re şer nekim êdî. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mem Bawer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz