Qehremanê esra bîstan Mistefa Barzanî tu
Her bijî ey pêşewê kurd û Kurdistan î tu
Miletê kurd te xelas kir ew ji bindestê neyar
Rih û canên bi qurban bin melce û armanc î tu
Dahw û doza serxwebûnê te bi alem ragihand
Geh li Parîs geh li Niyork dengê meb`ûsan î tu
Hêvîdar in em ji Yezdan ku Te miwefeq bike
şoreşa te biserkevtin da bibin mêvanî tu
Her ji Sêwas ta Kirmanşah li bin ala te bin
Amed û Farqîn û Batman merkez û seyranê tu
Hem li pêşber te merasim xwendevan tev sef bi sef
Leşkerê awazê bando ringe ring topanî tu
Qîz û xort û bûkê kurdan tev bi hev re dîlan bikin
Daîm bi yek dev bibêjin her bijî Barzanî tu
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mele Îmadeddîn şiirlerine dön