Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mele Îmadeddîn

Mele Îmadeddîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Ev Mahmût û ev Etman çendî ne xwendevan bûn Dema ku çûne Sûrî li wê derê şiyar bûn Meger di wê eşîrê hebûn çend camêrên qenc Bi vê dubendiya han kişandibûn êş û renç Wan ciwamêran bo silhê li herdu ciya gazî kir Nexweşiya eşîrê wan pê agadarî kir Go: dûvê tajî û bageran ne derd e bo eşîrê Ev tiştekî netişt e bê delîl û ne li rê Ev tev lawê kurd in ji yek dê û bavan e Lazim hemî bibin yek li hember dujminan e Bi van peyvên xweş û rind gelekî li hev hatin Dîsa li berberoşik li hevdu tev civat in Kalek rabû ji nav wan, goya aqilmendê wan Kinc û mêjî zingarî evî kalî gote wan Go: em îro bira ne, me hilaniye neyarî Wê rojê dûvê tajî li bageran ket, min dî! Yekî bersiva wî da, got: wellehî ne wisa ne Cardin ketin nava hev bû axirdewran e! Doza firaksiyonên kurd eyn wekî ya wan e Dûvê tajî û bageran ew derdekî gran e Ev çîn û Sovyet-Rûsya bûn Mahmût û bûn Etman Li ser xort hatin kuştin ew xortê qîmetgiran e Sosyalîsta Rus û çîn, ew ne derd e ji bo me Kî dostê kurdîstan be cihê wî li ser serê me Madamkî hûn sosyalîst in çi ye ev neyarî çi DDQ çi Kawa, çi Apocî Rizgarî Li cebheke yekitî hûn tevde cî bistînin Destên xwe bidin hev kurdistanê derînin Sosyalîstî pir xweş e, lê ku meriv nebe dûv Doza vî xelkê bindest nabe bi hîle û çûv

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mele Îmadeddîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz