Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mehmûd Badilî

Mehmûd Badilî

2 görüntülenme 0 beğeni
1 Li ser rêya rêwîtîyê di navbera germa havîn û xulmaşîyê de bêxewîyê matmayî liyana dilê min dirêsa. 2 Li ser kevîya bêhrîyê jovanîya min hestê gunehiyê sema dikir. 3 Bêhna zevîyên zeytûnan xwe li rewanê min radipêça li ber dergehê Efrînê serxweşî hildiperikî gewdê peyvên min. 4 Di kezeba rê de… di rûçikê ruwê min de şaxên zeytûnan şemal vêdixistin. 5 Têhna tîrmehê û çiyayên Efrînê di kûrbûna serxweşîya min de wenda dibûn. 6 Darên zeytûnan di pêşwazîya min de xwe radixistin wek zarokekî şîrvekirî min xwe diavêt himêza wan. 7 Dara merxê di pêşwazîya min de serî ditewand bi çarpêya diçûm destê wê. 8 Giriya… dara hejîrê dema min silav lêkir. û çax di mista wê de derbeder bû. 9 Li bandeva gundê Ayros min bêhna qeymaxê sibehê dikir û bêhna pêçîyên jinên Hûrîyan li nîgaşê min dihêwirî. 10 Dengvedana mijûlbûnê di kerîneka axê de dest hildida Li wir.. cih di hizirê min de belawela dibû û aso di hindirê min de serhildana valahîyê lidardixist. 11 Li ber bişkorîna sipîdeyê pencereyên dil sermest diman û min guh nedida westiyana rojê. 12 Li bandeva Kefersefrê min mey ji dîmenên gelîyan werdigirt û bi ser temenê perîşanîyê de min dirijand. 13 Nizanim çima rojekê nedigindirîm paxila toza zeytûnê. 14 Ez û toza meydana Qêziqlê di hev de vedigevizîn min jibîrkir ku çixareyekê li wir vexum. 15 Li bandeva gundê Kora sêwîtî ji min dixeyidî û tenahîya mêwê taweşîya min dadiqurtand. 16 Li ber neynika çiyayê gewr min porê wêneyên xwe şehkir ez û mişextîya hejîrê di hev de dihiliyan. 17 Ez û razên êvarên Efrînê li ser litêma xewnan hildiweşiyan rewrewkê di hişyarîya min de za û perîşanîyê keşengîya xwe kawêj dikir. 18 Di wê şeva tîrmehî de nizanim çima di malzaroka zeytûnê de hinekî min xwe dirêj nedikir. 19 Li pesara çiyayê Efrînê neyîn û gerdûn di hev de digeriyan û destê min nediqerimî li ber ruwê min. 20 Berî xatirxwestinê çîvçîva serçeyekî jar û xuşîna pelên daran xirecira cih lidardixistin. 21 Di aramîya bêhna axê de bêdengîya min girîkî bêdeng dijenand. 22 Qurmê dara zeytûnê dîroka kevin û nuh li ber lingên min diherbiland. 23 Dema min xatir xwest buxçeya rêwîtîya min ponijî û sirûşa serdanê bi canê min ve hildikişiya. 24 Dema ku meşiyam hemû alî di çavê min de dibûn Efrîn. 25 Dibe ku ez sîya te bim Efrînê û xemgînîya keleha Nebî Hûrî bilorînim. Çavkanî: rojava.net

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mehmûd Badilî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz