Bedewek…
destên wê li ser hevin
li gora bavê xwe digere
û yeka dî jê bedewtir
serê xwe daniye
ser kêla gorekê
li rojhilatê dinere
û gelek gorên dî
bê deng li hawîr wê
çavên xwe
li xwediyên xwe digerînin
û kenarîkî ling bi morîk
li ser şaxê dareke sêwî
ji aliyan re distirê
û li ber kêla gora xwe
li wan tevan
dinerim.
*Bi destûra helbestvanî ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mehmûd Badilî şiirlerine dön