Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mehmed Uzun

Mehmed Uzun

2 görüntülenme 0 beğeni
"Lêxin, lêxin hevalno lêxin, Bibarînin bibarînin, birano Ev me çi dihesibînin!" Hemû roj, hemû êvar, hemû şev Wî weha gotibû û gule barandibû Roj qulibîbû ser êvarê, êvar ser şevê, şev ser rojê Şer berdewam bû Beden westiyayî, keser giran, birîn kûr Mêjî xurt, awir tûj Dil keleha mêrxasiyê bû Lome jî ne şerm bû Ya man ya neman bû Çi ji destê wî, çi ji destê wan dihat... Îxanet li rê bû Îxanetê zora welatevîniyê biribû Dor li wan girtî Li jêr esker, Li jor helîkopter Nefes li wan çikyayî bû Li pala çiyayên serîbilind Di gundekî bêçare yê Kurdistanê de Wext, wexta şer, man û nemanê bû "Hevalno, em çi bikin... Bêgavî bextreşî ye, kambaxiya me kurdan e Lê, gava bêgavî li ber deriyan e Wext, wexta jîr û mêrxasan e Wext hatiye; wext, wexta şer e, xurtî û huner e Em pênc kes, ew pênc hezar kes Em pênc hezar dil, ew penc dil Em pênc hezar dilên biheq, ew neheq Kî dikare dilê bi evînê hildave vegire? Ma ev me çi dihesibînin!.." Yek bi yek li hevalên xwe nihêrî Ew yek bi yek hembêz kirin Bi herdû tiliyên xwe yên destê rastê simbelê xwe ba da Çek, pusat û rextên xwe şidandin Berik ajot devê tifinga xwe û got; "Hevalno, ji bîr mekin Em pênc hezar dil Pênc hezar efsaneyên li ser lêvan Pênc hezar destanên li ser kaxizan in Pênc hezar stêrkên ronî yên kurdan in..." Saw û xofa mirinê Coş û heyecana liberxwedanê hebû Li ser berfa gewher rengê sor a xwîn û tavê hebû "Ax, ev tav", "Eger tava danê êvarê li me biqulibe Û em xwe bi êvarê bigihînin Heye ku deriyê felatê li me vebe" Çendîn şerê dijwar ew ketibûyê Çendîn caran wî îxanet, daf, dek xefik û kemîn dirandibû Ew şervanê welatê şervanan Rêgirê bav û kalan bû "Ev çi hal e" "Ez evîndar û şervanê ronahiyê Ez dijminê tarî zulmatê Ez niha li hêviya şevê me" Ew pênc kes bûn, çar mêr û jinek Ku her yek ji derek, lê xwedî qederek " Lêdin hevalno lêdin Ma ev me çi dihesibînin!.." Deh bi deh, sed bi sed Teqîna çekan, vizîna gulan bû Ne vîçîna teyran, ne hêrîna hespan Ne evîna segan, ne meyina berxan Ne jî dengê însanan bû Bi tenê dengek hebû Zagon, zagona şer û lêcan bû "Kî ne ev eskerên ku weha gule li me dibarînin Ji ku ne, li ser axa me çi ji me dixwazin Ma evîn û evîndarên wan Hez û hezkarên wan nîn in Çima ew hez û evîna me tênagihin" Saet çend bû Şevê çima weha mîna bûkekê xwe xemilandibû Stêrk çima weha ronî Heyv çima weha di lehiya xweşiyê de bû Di vê sar û seqemê de çima weha germ bû "Stêrkên welatê min Heyva erd û axa min" "Hûn şahid in; em ne diz û keleş in Ne pêxas û zikreş in Em evîndarên we, egîdên ronahiyê ne Eger li me qewimî û li vir em bûn şehîdên we Xebera mêrxasiya me bigihînin bi insan û gelê me" "Ax li min dayê" Çavên wê yên reş mîna çavên xezalan vekirî Devê wê bi ken bû Porê wê belavbûyî , stûyê wê gola xwînê bû Wî serê wê danî ser çoga xwe Pişta xwe vekir, li stûyê wê bada Bi destan porê wê mist da Bîstekê, bêdeng çavê wî li ser çavên xezalan ma Çend dilop hêstir ji çavên wî ber bi jêr bû û ew giriya Di bin barana gulan de ew giriya Şev diçû Stêrk diçû , heyv diçû Xewna azadiyê, hêviya felatê diçû Hizr û bîr, serpêhatî û jiyaneke ciwan diçû "Xwedêyo... Ji berbanga Kurdistan xweştir Ji rojeke nû ya welatê min geştir çi heye!" "Em diçin" "Em diçin, lê kî dikare rê li berbangên welatê min bigire Kî dikare roja nû li welatê min qedexe bike?" "Em diçin Em diçin, lê mîna ku bav û kalan dikirin Ji vê roja nû re xêrhatin Ji vê berbanga welatê min re stran û gotin divê" Wext, wexta strana welatê neçar bû di berbanga sibê de, li serê çiyan Alana dengê egîdekî xort bû "Lê lê dayê... Lê dayê, serê sibê ye, sibeyeke xweş e Vê serê sibê bayekî sar e, li min serma ye lê dayê..." ax lê dayê Dengê top û cebirxanan li ser sînga mine Lê dayê, ve sibê çarnikare, ax lê lê dayê ax lê lê lê daye Hevalê Ezîz "Êdî tu çare tune, mirin û çûyîn li ber me ye Eger em teslîm bin jî, qedera me mirin e Em jî li ser riya kerwanê şehîda ne Em hevûdu hembêz bikin, Heqê xwe ji hev re helal bikin Wext nîn e, berî ku guleyek were Em ber bi gulê herin Nav bêdengiyeke kûr de Wan tifingên xwe dane alî, rextên xwe ji xwe kirin Defter û kaxizên xwe, cil û bergên xwe li ser hev danîn Û li agirê wan nihêrîn Her yekî du bombe, her bombayek li aliyekî navtengan Bi xwe ve giredan û dîsan li hev nihêrîn Wext hatibû; wext, wexta çûyinê bû Ba bû Seqema serê sibê bû Her der spî, her der gewher bû Her der ronî, her der muqedes bû Jiyana xort, rojên bihûrî bi bîra wi hatibû... Zaroktî, mala mezin, koşka jor Kuçe û kolanen teng, bîrên kûr Bax û rez, av û çem, gund û zozan Tirî û hejîrên bav û kalan Keskesora barana biharan Dengê kahr û berxan. Govend bû Ji rojên bihûrî govend bi bîrê hatibû Dawet û dîlan li dar bû Dinya mîna mehfûreke rengîn a kurdî xweş Mîna destaneke kevnar geş bû Ew li serê govendê bû Coş li ser dil ken li ser rû Ew govendkêşê dîlanê bû Xwendin û dibistan dîsan xwendin û dibistan Salên unîwersîtê Ev hemû, ev hemû niha li bîra wî bû Bîr bûbû kevokek, bi firê ketibû Dinya çiqas xweş, çiqas bedew bû Kirasê sipî çiqas li vê axa welatê kurdan hatibû Bê çek, bê pûsat, bê kiras û bê veger Li ber çavên wî leylana berfa spî Li ser dilê wî gurmîna dengê şehîdan Ma kî û kî li ser vê axê şehîd neketibû Û axa rehmetê maç nekiribû... Dinya çiqas xweş, çixas bedew bû Kirasê spî çiqas li vê axa welatê kurdan hatibû Wî destê xwe bir ber eniya xwe û ji bo cara dawîn Li dora xwe nihêrî Li dûr, li dûr reşahiya eskeran... Li dûr, li dûr teyrekî mezin î spî li firê bû Bi baskên spî, ji aliyên çiyan ber bi geliyan Li şahidiya wê roja nû bû Baskên wî vekirî, çeperast, teyr bi ageh li firê bû Ma jiyan ne mîna fira vî teyrî bû? Ma jiyan ne fireke kurt û xweş li dinyayeke kambax bû? Bîr dîsan li firê bû, hemû jiyan li bîrê Mal û malbat, xwîşk û bira Ap û birazî, xal û xwarzê Yek bi yek niha li ber çavên wî bû Diya pîr a porspî li wir, li kêleka wî bû Ma wî her û her ji diya pîr a porspî re weha negotibû; "Dayê ez bi qurbanê Ez berxê te, çavreşê bavê xwe me Îro jiyan e, sibe mirin e, mirin li ser serê me hemûyan e Lê lê dayê... Eger te rojek xebera mirinê bihîst Tu bizanibe; min rûye xwe reş nekiriye Berxê te, çavreşê we, Reşoye bavo şehîde welatê me ye..." Ba, azman, erd, stêrk, roj, ewr, baran, derd, gul, dawet, evîn, dayik, zarok, ken, girî, heval, rext, stran, xew, tarî, bihar, av, çiya, gelî, çem, hêjîr, berû, çav, dev, por, evîn, dayik, xwîşk, bira, gund, heval, zozan, dinya, evîn, hêvî, dinya, evîn, dayik, hêvî, dinya, hêvî, evîn... ...... ............... ...........

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mehmed Uzun şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz