Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mehmed Uzun

Mehmed Uzun

2 görüntülenme 0 beğeni
Dîcle me ez, qirîna hezar salan, Girîna nû ya îro Ev çi hal e, ev çi hewal e? Ka welatê aş, ka zemanên baş? Dîcle me ez, sebra hezar salan Li ber ba û bahozê rawestî Li ber agir û şewatê xwe ragirtî Li hember lîstikên bîr û heş her zînde Berxwedan qewlê min e Ez im, dengê ava qedîm Dengê min mîrat ji do, mîrat ji bo sibehê Dengê min di ser şer û pevçûnan Di ser birîn, mirin û kuştinan re Bi te re ho însan, ho dilê birîndar, ruhê sûzen Ho nifşên do yên ketî, nifşên bê yên sext Ho însan, xwediye mîratê Tu li kû yî? Te li kû hembêz bikim, bihewînim Bi dengê xwe, bi mîratê bihebînim Li kû dinya kete xewê Keser, derd, xizîn û birîn sincirî Deng hate birîn Li kû deng hişyar dibe Li kû ez ê dengê xwe bigihîm te, ho însan?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mehmed Uzun şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz