Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îsmaîl Silêman Hacanî

Îsmaîl Silêman Hacanî

2 görüntülenme 0 beğeni
nîvşev e û li bedena vî çiyayê kal, û pir kendûkor hemû tişt spî xuyane ji nêzîk û dûr, berf spî ye, kevir spî ye, dar spî ye li warçepên çemê Keşanê kefa spî ye li ber qurmê darê, pora pîrê spî xuyaye, ew zarokê li ber sîngî, dêm geş û rû spî ye tinê vê nîvşevê bextê min û perde reş û tarî ye rêvîngek bi rê dihêt û dibêt: -hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo! nîvşev e û li dehmena vî geliyê kûr hemû deng û dûr dibine yek, û dihên, nêzîk û dûr keniya dînan, şeqşeqa çingînên peryan gaziyên guhînan, lorîna bayî, hurmehurma avê şirîqêna birusiyan û lûrîna gurên birsî, nêzîk û dûr dihêt rêvîngek bi rê dihêt û dibêt: -hey lo lo, hey lo lo, hey lo lo! Dayikê; vê nîvşevê ne Mûsa pêxemberê sihêrbend im gopalê xwe bikime kox û te bihewînim ne îsayê nûranî me dayinekê ji ku ve bînim (da) zarokê te firşik bikim, hinav û zaman bikewînim ne mîrê ecina me `erşê stiya Zîn bo te bînim tinê, sibe digel elindê dest û tibilên min xweş tevr û bêr in dê berfê vedim, wî gumtilê berfê ji ber sîngê te rakim û di nav de veşêrim destê te germ kim û bikevime ser rê vêca tu bêje û ez dê vegêrim: -hey lê lê, hey lê lê, hey lê lê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îsmaîl Silêman Hacanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz