Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îsmaîl Silêman Hacanî

Îsmaîl Silêman Hacanî

2 görüntülenme 0 beğeni
hooo asika cudî! hey xirnîka binxetê vê nîvşevê tu ji ku ve tê ev çi xale li gerdenê dil û çav naçinê zerî esmer, gerdenên zer, bi guleyên kûrexal nakin dîlan… mamo, vê nîvşevê tu ji kuve tê hooo aska cudî hey xirnîka binxetê vê nîvşevê, beramber hinera te hemû gehên nêraniya laşê min, mê dibit vê nîvşevê, li dewsa te, hemû hêviyên min, yên geş kor dibin vê nîvşevê, beramber kufîka pora te, hemû pîroziyên min ditewizin. hooo asika cudî hey xirnîka binxetê vê nîvşevê, tu ji ku ve tê? ger te pîroziyên xwe li Birca Belek mizgefta sor ji dest dabin, tu li vir nabînî Dîlan.. mamo ev duban e.. duban ha.. ha temaşe ke , kanî Hebeşan, kanî Xezalan îro jê re dibêjin ‘înzale iha ew nurha şahînê şêxo ye banê Nêrgizê, cihê tewl û berbenên Haşim Mirûzî ye kanîka Bûkan , tu zerkê menda, feraşîna Reşîdê Simo yî dîlan mamo, ev ne berê Piştêşan e eve sengerê lawên dînan e û qama he xuşîna kelexê waliyê osmaniyan e hooo aska cudî hey xirnîka binxetê bilind û bilind hêv kê ew ne riya kadizan e û ne termê Mihê ye, ew karwan e karwan serkêş qoşenê çiyan e hoo asika cudî hey xirnîka binxetê vê nîvşevê tu ji ku ve tê te şimik çermê piyan e gerdenî şerîteka fîşekane guhark cot xelekên narîncokan e kufîka pora te ala kurdan e hêj beyarê bedenê negihayî taze cot kîvarkan serhildan e çavên memo, temo şemo xweziyan dibinê îro kûçikên şivanan jêk dihincinin û bi kêlba diçinê dîlan mamo ne bi bextê min, lê bi pîroziya rextê te em kurd gişt ji xelkê re mamiz in û ji xwe re hov in û ji nifşê guran e.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îsmaîl Silêman Hacanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz