Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hozanê Girkundê

Hozanê Girkundê

2 görüntülenme 0 beğeni
Dergehên mehrevaniya Xewnan li ser perenga Elendê… Bê mehder dergûşa Xeman dilorînim.. Ji şengewîna pêjna te Ya mêşinî… Ez û dilê jar Evînek bê hêvî Li beyarên beybaneke Rût bê asîman diçînin… Ev çend demsalên Bê buhar derbas bûn çend xewnên bi şêl û pêl xwe tevî şevên Dilsar kirin……….. Hînê nikarim Ev xemgîniya bê dawî Ji mehraba dilê te … Biweşînim …. Ji ber li vê gerdûna fireh Tême vejandin Bi êşa nîgaşên te… Ji lewra dixwazim Wargehekî li peravê Dîdarîyê bi afirînim… çendî bi hêvîme Ko ez di derya çavên te de Bi nivîsim… Pîrbûna salan Ji ferhenga jiyanê Biqewrînim… çendî bendewarim Ko ez simfoniya Berbanga te li ber Semawenda maçên Agirînî bi dildarî Li dar xînim….

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hozanê Girkundê şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz