Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hozanê Girkundê

Hozanê Girkundê

2 görüntülenme 0 beğeni
Li vî welatî gotin tê de lerzokin di qefilin tev tazîne bê tebatin an jî tirsokin xewn û hêvî bê watene tim revokin bê hevokin li vî welatî gerdûn reşe her tariye demsal girtîne xeniqîne gemkirîne li vî welatî jiyan bê ser û bere xav û sar dimîne herdem lale mîna lalbûna zemînêye li vî welatî her tişt tê de ew bi êşe jar û xemgîne li vî welatî çivîk bê hêlîn dimînin bilbil xeman dikşînin li vî welatî her tişt bê renge yaseyên mirovatîyê di dadgeha hovatîyê de bê wêne û xemile wilo bilandî dimîne li vî welatî pir tişt têne wêrankirin têne qedexekirin tenê dîwarên zindanan têne pirwazkirin dilopên hêsiran dilîlînin li vî welatî bihar bê gul bê bîn tê vejandin di meyxana cûdahîyê de diçelmisin çavêd mendalan herdem şilin bi girîne xayiz in bê pênas û bê ayndene rojên temenên xwe dihûnin bi kemera tirsê têne pêçandin bi sawa dengê cenawiran bê xew û birçî dimînin li vî welatî kovanên sotî dilên dayikan dipelînin destên bi qirêj giyanê tekoşînan ji laş direvînin nenûk ji goşt radikşînin qevdên sitirîyan li ser riwê berbangê radixînin li vî welatî bihna tozê bihna barûdê bi ser bejna newrozê de dibarînin firiştîyên dojehê qonaxa hebûna me dipîvin roj bi roj xweşîyê ji nêv zevî û gulîstanên me mîna findekê bi şewl vedimrînin li vî welatî me bê sibe û bê êvar dihêlin carekê xizanî û carekê koçberî û carekê ji welat mişixtî û penaberî li vî welatî pênûs li ser riwê kaxezan serxweş dimîne girnejînên fedîyok xwe ji ser lêvan dixeyidînin li vî welatî em li xwe digerin di nêv nîgaşan de wilo wilo em winda dibin bê ronî li hev digerin erê emê li xwe bigerin ta em xwe bibînin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hozanê Girkundê şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz