Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hoşeng Osê

Hoşeng Osê

2 görüntülenme 0 beğeni
Buhar nû divejiya dem razayî bû li serbanê helbestek qedexekirî di şeveke beyrûtî de Careke din ez pêrgî te hatim Vê carê Newroz berî dema xwe hatibû û xwe di himbêza kenê te yê kej de veşartibû Tîp lalbibûn gotin westiyabûn vemirîbûnê Bi elfebeya çavan me silav da hev Tiştek ji sînga min firiya li ser destên te lûsiya û got: tu ji çi ditirsî xifşa min a kovî Li ser lêvên te yên tenik kenekî kej û fedyok bişkivî û bersiv da: ditirsim ji te li ser te ditisim ev çîroka li nav stiriyan şînhatiye ew jî berê xwe bavêje Dîno…… mîna ewrim` bê welatim şahinga min evîna min welatê te ye helbesta min paytexta te ye bifire... bifire …. bifire… lê sînorê dilê min derbasneke Erê dînim… dînim… dîn natirsin şerm nakin bibûre` nema karim ezê Biqîrim ji te hezdikiiiiiiiiiim hezdikim Buhar nû divejiya dem hîna razayîbû li serbanê helbestek qedexekirî di rojeke beyrûtî de pêrgî te hatim matmayî û wendayî bûm di nav bera ezman` derya û çavên te de ...!! kîjan çavên te ya` kîjan deryaye ?!! kîjan çavên te ya` kîjan ezmane ?!! ew awaza li ser lêvên pêlên derya bi min re sema digirt` ne stêrk bû dengê te yê şînbûê yên xewn û helbestên min zindî kirin û kilît kirin` ne şevên beyrûtê bûn pêjna te ya kejbûê min nuh bawerkir ku ez dînimê de ji ronahiya dêmê xwe û li ser pelek ji kenê xwe Ji dînê xwe re niviştkî binivsîne û di nav vê hêviya sêwî de min bilorîne.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hoşeng Osê şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz