Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hoşeng Osê

Hoşeng Osê

2 görüntülenme 0 beğeni
Dema çavên te dikenin gotin wateyên xwe sirgûnî buhara te ya dîlkirî dikin Xamav dibe mey helbest ser xweş dibin Li dora bejna te dizîvirin Ji gunehên xwe, xwe dişon û li ser siya te ya kej limêj dikin li ber lingên te, ji te niyaz û lava dikin lêborîn û dilovaniyê dixwazin ji nava kavilên têkçûnê mîna kaniyên ronahiyê radiperin hildikşin pêjna te ya ji benefş û lale hatiye hûnandin Cota kewên li ser zozanê çûn û nehatinê razayîne, şiyar dikin min li min vedgerînin divejînin dihejînin dikujînin bi xewnekî qedexe min dipêçin li ser tîrêjekî sêwî siwar dikin û ber bi te ve dişînin *** Dem çavên te dikenin dîrok xwe dikuje dem temenê xwe tîr dike di kêlîkekî de. Hemû efsane û rastî hemû pirs û bersiv hemû despêk û dawî hemû çiya, daristan, çem, rê, gund, demsal..... ber bi te ve tên serkêşê vî karwanî dilê mine karwanê xwazgînên te ji min re * * * Dema çavên te dikenin hîv xwe vedişêre û şev şerma xwe diçirîne. Ez dilerzim, diderizim dibin Keldûmana helbestekî bê xwedî hemû çûkên ji helbesta min koça dawî kiribûn vedgerin demsala evîna min û te. Aso gêj dibe Xwe ber dide şikefta şeveke westiyayî û ez hîna dilerizim, diderizim. Dem ji bendên xwe azad dibe newroz dibe newroz nû dibim stranbêjekî koçerî destana evîna xwe û te ji dijlê re dibêjim. Dibim şivanekî koçer li Kerî û bilûra xwe digere Bêrîvana xewnan te dibînin û xwe wenda dikim. *** Dema çavên te dikenin Jiyan dikene û mirin digrî mirî divejin giyan dibarin xwerist dikeve govenda min û te. Her tiştên qedexe rewa dibin xewn dibin rastî rastî dibin xewn birînên min xunava kenê çavên te dinoşin. Xwefiroşa leylanê ta Kengî tê welatekî ji rew rewkê nîgarbiki. Ezim welatê te. Ji paş dûmana têkçûnan destên xwe dirêj dikim himbêza xwe ji te re vedikim de were ma tu newestiyayî. de were, çav, dil, giyana min Ji te re dikenin. *** Dema çavên te dikenin dibim sûlav û her devera te kenê Xwe lê belav kiriye, ez berhev dikim her cihê Pêjna te tê de derbasbûye, radimûsim dengê te yê belav bûyî ji bayê û hemû guhan berhev dikim wêne yên te ji bîr û bîranînên xelkê dertînim, dicivînim û ji xwe re vedişêrim *** Dema çavên te dikenin dibim zembîlfroşê te, Xatûna koçeran Mîna artêşekî mîdî Ku cenga xwe wenda kiriye mîna refekî hêviyên çilmisî ku li dilopek ronahî û mestek axa baweriyê Digere. Ez xwe davêjim bextê ol,êl û karwanê te yan te bidin min yan min bidin te 11-4-2002

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hoşeng Osê şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz