Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hesen Polat

Hesen Polat

2 görüntülenme 0 beğeni
Ber çemê dîrokê da rûniştime, Seet, hefte, meh, sal derbaz dibin. Dem nasekine, daîmî diherike, Mîna Dîcleyê, Feratê, Mûradê Mîna hemû çemên welatê min. Dengê lesara çemê dîrokê, Ne tenê qêrîn û nalînê mezlûman, Ne jî tenê şeqşeqa şûrê zalimane. Dem diherike, para min jiyana mine. Ez para xwe ya demê, Bi teşiyek xwar û xûr dirêsêm, Rîsê xwe gilok dikim. Sekinandin çare nine, mirine. Leza min heye, roja xwe dipêm, Kengê rîsê min qediya, Giloka xwe digirim, Ji vî warî bar dikim. Goşt û hestiyê min birizin jî, Giloka min, dendikê bin erdê ye, Roja xwe dipê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hesen Polat şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz