Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hesen Polat

Hesen Polat

2 görüntülenme 0 beğeni
Na na Dîsa kes nizanî çima ez Vê roja nîsanê Nav kesk û sorê biharê da Xwîn digîrim. Tirîca Rojê Bi huzna xwe Min germ nake. Serma zivistanê nine, Roja biharê ye Sedema qutifandina min. Dilerzim Xudan enîya min da gilor dibe Dicemide Dibe morî û mircan Ji bona zarokê sêwî Zarokê bê dê û bê bav. Dema ew pirs bikin Ma çima em sêwîne? Ew nabîjin helbet Me ji bona du rojê dinê Ji bona patronê çekan Ji bona bazirganê xwîn reş Dê û bavên we kuştin Malên we xirab kir Hûn ber derî û kuçan hiştin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hesen Polat şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz