Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hesen Omer

Hesen Omer

2 görüntülenme 0 beğeni
Piştî ku min buxçika xwe ji êş û azaran dagirt Min xatir ji welatê bîranîna xwest û li baskê bê siwarbûm û firiyam Hêdî hêdî bilind bûm Cî bi cî Stêr bi Stêr Pêre geriyam Ta ji şewşana zemînê rizgar bûm û min kakêş derbaskir Gelo ez li çi digeriyam? Li xwe.. yan li te …. Li şadiyê.. yan li rastiyê …. Nizanim lê tenê min dixwest ku ez dûr biçim û bi rizgariyê hestewar bibim Mixabin daxwaza min bi cî nehat û şewşena te min kişand … Min revand Dest û pê li min girêda û li ber pêlên derya evîna te min berda Min gazî te kir te min nedî … Te dengê min nebihîst Min gazî felekê kir … Pişta xwe da min Lê naxwazim dawiya min wiha be Êdî ezê xwe rizgarkim Ji derya te … ji şewşana te… Ji bîranîna te … Ne xeme ku biwestim … ku bêşim Lê giringe ji minre … Ku bijîm bi serfirazî wekû min divê Êdî bedewiya te … bela ji te re bimîne û rûmeta min … ji min re bimîne Li vir.. li ber dergehên narvînê … Bela çavên me xatir ji hev bixwazin Oxir be ji tere … Ey bişkoja ku le ser şaxê dilê min mezin ne bû û tu bêhin ne weşand … Oxir be ……. ………oxir be.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hesen Omer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz