Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hêmin Mukriyanî

Hêmin Mukriyanî

2 görüntülenme 0 beğeni
Were yarim, were ey taze yarim ! Were estêrekey şewgarî tarim ! Were ey şaperî balî xeyalim ! Were ey şewçiray rûnakî malim ! Were xase kewî ram û kewîy min ! Were îlhamekey nîwe şewî min ! Were oxjinî sîney pirr girî min ! Were pîrozekey berze firî min ! Were awnigî ser pelkî gulî sûr! Were awrîngî germ û meşxelî nûr! Were ey rêjne baranî beharî ! Were şî`rî terî pirr wirdekarî ! Were ey newnemamî baxî jînim ! Were ey şagulî mêrgî ewînim ! Were karwankujey katî beyanîm ! Were bîrewerî û awatî ciwanîm ! Were ey but hetakû bit peristim ! Were memkoleket bigrim le mistim ! Were ey (xec), were ey (xatu zîn) mi ! Were ba bejn û belaket bibînim ! Were ba damrê awat û tasem ! Were ba biskeket lada henasem ! Were ba helmijim ew lêwe germe ! Were ba helkuşim ew rane nerme ! Were ciwanê, were nazit bikêşim ! Were wek deste gul datinêm le pêşim ! Were ba bes bikem ew bawe bawe ! Were ba bên bikem ew biske xawe ! Were ba des le balaket werênim ! Were kulmem le kulmet to xişênim ! Were sûrbe le ser wade û belênê ! Were kurd be û meke peyman şikênê ! Were giyanim fîday çawî reşî to ! Were ba hest bikem germîy leşî to ! Were maçim deye maçî xudayî ! Ke bêzarim le maçî sînemayî !

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hêmin Mukriyanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz