Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hêmin Mukriyanî

Hêmin Mukriyanî

2 görüntülenme 0 beğeni
Le asoyekî dûre dest awabû zerde payîzî Detgut bûkêkî bênaze perde cê dêllê be zîzî Pelle hewrêkî çillkine girtî sûçêkî asman Gellayi zerdî darêk werî ziryan birdî berew neman Cûtêk kotrî ser be killawe hellkûr mawn le swaneyek Diyare lew dewr u berane pêyan şik dê hêlaneyek Pasarî serdarî kollan firre u cîke yan lê birra Qel firrî... firrî.. ta win bû her rûreşîyi xoy pê birra Şepolêk musîqayi be soz hatu rabward be bin gwêmda Şwênêkî bo xoy kirdewe le naxî dillî twê twêmda Axir kollî bo birde jûr bar berêkî dirêjî rût Derkî dûkanî galle damam hacî û berew mall bizût Nazdarêkî çarşêw be ser be tenîştimda têperî Behar hat u tund qîjandî rûtelleyek be bedferrî Kemêk rawesta ca raburd ew laweyî cadeyi de pêwa Dîyarbû xêsêkî dabûue ew şoxe le bin çarşêwa Kîjêk xoy le jûr kutawe derkey hewşêkey pêweda Îtir şwêne warî ciwanî Bedî nakem le nêweda Ta tarîkan peyda debê çoll û çolltir debê cade Nedête der kîjî lebar ne radebrê lawî sade Hewa bûlêlle ,awlêlle gull sîs buwe, gella zerde Tenanet rengî gorrawe em dîwar u dar u berde Temaşay her şitê dekem rengî payzî girtuwe Ciwanî xoy lê şardûmewe dizêwî rêzî girtuwe Çawim le asman birrî dillim hêndey dîge gîra Gelêk bîrewerî konim le pirr hatnewe be bîra Aram-aram be loje loj ewa berew mall bûmewe Ne kes le pêşimda derrwa ne kes diyare be dûmewe Na na narom, meleyi dekem le nêw deryayî mendî xeyall Dahêzaw rû girj, tûrre dill pirr tase, mêşk betall Ax, dîsan rûperêk dirra le roj ejmêrî temenim! Ax,dîsan şew dahatewe min herwa dûre wetenim! Ax,dîsan çûme jêr ballî reşî şewgarî tenyayî Ax,debê dîsan biçêjim jehrawî tallî cudayî! Ax,dîsan debê rabwêrim le jûrêkî sard u sirrda! Degell azar destemilan bim ta beyan le nwênî şirrda! Derrom, ditirsm, delerzim le pelamarî moteyi şew Dad le desem dlleyi be xem! way le des em çaweyi bê xew Derrom ta ser pêkewenêm degell zam u derd u êşim Derrom ta şewêkî payîz min şew nixûnî bikêşm Dûr qaqayekim gwê lê bû detgut gullem pêwedenê Çon be êwareyi payîzîş îwaheye pêbikenê!? Xeyallm bibû be wişe nemzanî kes be dwamewe Dengêkî lerzok u nerm be spayî ciwabî damewe: «Bellê hen û yekcar zorin bazirganî firmêsk u xwên Bellê hen u pêdekenin be serbeheş, be mil be kwên Bellê hen û pêdekenin be min, be to, be hezaran Be daxî bawk kujrawan be henîskî hetyu baran Be nezanî, be nexoşî be tarîkan, be şewezeng Be zincîr, be tenaf, bedar be girtûxaneyî terr u teng Be bo kurrûz, be çirre dukell be hallaw, be girr, be agir Be tem, be mij, be hurre, be dok be tufanî willat dagir Be buwe lerze, reşeba be sûtman u ziyan u zerr Be herçî xirap u şûme be gişt deskrî xwa şerr Be nalle ,be kull, be giryan be sîng kutan, be rû rinîn Be bergî reş, be çawî sûr be gorrxaney, bekorrî şîn Be kelawe ,be kunde bû be dîwarî heres hênaw Be dawênî tîtoll tîtoll be anîşkî pînekiraw Be nûke nûkî bêwejin be hane hanî manduwan Be zîre zîrî mindallan be nuzey nîwe zînduwan Be nerre nerrî celladan be qirme qirmî şest tîran Be wîrre wîrrî qemçiyan be eşkenceyî rûnakbîran Be çillkî yexey krêkar be kefî serşanî cûtêr Be peçe u rûbend, be xencer be yek nebûnî mê û nêr Be qellemî bezîwî kul be zimanî le binda brraw Be derkî daxiraw fêrge be ktêb û defterî drraw Le qamûsî ewaneda bezeyî manay nemawe Bêziyan le bize helldestê waziyan le xwên u zûxawe Her dellopî xwênî lawê bo wan yaqûtêkî sûre Her tikey firmêskî kîjê bo wan mirwarî bermûre Henasey sardî awaran koşkî ewan germ deka Leşî req u zigî birsî cê parûyan nerm deka Sermayî wan le gerrdabê ba zor derk le qurr gîrê! Dolar le brew nekewê ba kollewar bê dapîrê! Deba xwîn bê u seran berê çerxî kargeyan bigerê Pêdekenin, pêdekenin be billêsey agrî şerê» Gutim:«ke wabû,aşna! beşî ême le nêw çûne» Gutî:«na, na, dûr binware… dûr binware…aso rûne…» 1974

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hêmin Mukriyanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz