Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ferhad Merde

Ferhad Merde

2 görüntülenme 0 beğeni
riha hezar sal zivistan ba, bahoz, bager, berf ne havîn, ne bihar gul çilmisîn di xemê xwe da fetisîn. laş qerisî, ziman tevizî, diran lerizî ev zivistan xwe kir kefenê mêrg û çîmen veşiyane pelên daran pirpirîk man bi hesreta dîtina findên geş çemên bi pêl şîro bûn û sûretê riha di eynika çeman de nehat dîtin hezar sal tarî ne çav awirên xwe dibîne ne guh dengên xwe dibihîze û şevên bê stêrk li bedena riha hatin pêçandin hezar sal riha di bin xeleka sêdarê de tirba xwe bi rundike xwe dikole wê kî riha bibîne? wê kî nas bike? wê kî bi qêrîna riha şiyar bibe û wê kî karibe kêziye riha li ber bayên azadiyê li ba bike? hezar sal riha di halên xweda ma gotin wê xweda lawikekî bidê mehabad serê xwe rakir û dengê xwe kir bangawaziya xwe û got: "sondê bi navê xwedê! ew lawikê ku bê dinyayê wê qazî mihemedê meydana çar çira be" amed gotiye: "wa mehabad bizanibe ezê xwe bikim dergûşa lawekê ku pê erê tu çima nabêjî ew lawikê ku dinyayê bibîne wê şêx seîdê pîran be" dêrsim gotiye: "bawer bikin şevên di min di xewna xwe de dîtiye ew lawikê ku di ber xewna min da wê seyît rizayê pehlêwan be" qamişlo mafê gotinê bi dest xwe girt got: "hela rawestin! ez bi hesreta dîtina awirên çavên cigerxwîn im ger ku cigerxwînekî min hebe wê ew lawik cîgerxwînê duyemîn be" ew silemaniyê dil bi keder gotiye "na! na! ez bajarê hilmet û ûrbanî me. erê çima hûn nabêjin ew lawikê ku çavên min li benda hatin û dîtina wî wê mehmûdê berzencî be" hurmuz û ehrîmen bûn wekî volkanekî agir û gotin: "wa bizanibin! em warên pêxemberan in. tu lawik nayên li ser rûçiken erdê ne ku wekî pêxember zerdeştê kal be" deng bilind bû, mezin bû bû qiyamet li her milet û her netewa belav bû deng bilind bû, mezin bû bû qiyamet li her milet û her netewa belav bû belê îsraîl gotiye: "her çiqasî yên wek firawûn xwe li ser serê me bikin xweda hela dua bikin belkî ew lawik wekî pêxember mûsa be" naxwûsa xirîstiyana kirin zenge zeng û gotin: "sonde wê xaça li ser sînga patrîka, ew lawikê ku dakeve li ser rûçikê êrdê dibe ku heybeta wî weke heybeta îsayê meryem azra be" ruma gotiye: "hêviya min ew e ku ew lawik spartakus e! li ser rihê koledaran be" ummeta îslamî berê xwe da ezmanê bilind û duaxwaziyê xwe ji rebbê xwe xwestin û gotin: "ya rebê min! wî lawikî bide min da ku ev lawik parezvanê sîreta muhammed e." "ew çi lawik e ku ji herkesê re bûye meraq?" hinekan gotiye "kî dizane?" belkî ew prometheûs be, li hember zilma zeûs be.. yan jî manî be, li hember ramanê şapûr be yan jî hesen û hunis sebbah be, xwediyê destanê alamût be yan jî xwediyê sebrê be, ku sebra wî ji sebra pêxember eyup be yan jî halayci mansûr be eflatun be marks be lenin be gandî be yan jî kî be? herkes gotiye "yê min e" piştî zivistanek tûj û di nav meraqê de pir sal derbas bûn çav man hesreta dîtina lawekî ku pê bihar dixwaze wî ji xwe re bike gul û gul dixwaze wî ji xwe re bike xulam dar dixwaze wî ji xwe re bike bilbil û bilbil dixwaze wî ji xwe re bike awaz çem dixwaze wi ji xwe re bike kanî herkes dixwaze wî lawikî di dilê xwe de bike padîşah ew çi lawek e ku ji herkesî re bûye meraq qêrîn, deng, hawar xim xim bi dinyayê ket erd hejî hejî, hejî hejî û ji nift te da ketin milyaketên cinneta azadî wek brûska ji ezmanan hatin xwar wehîdan got bila kes nekeve tu gumana ku ev lawik di dilekî tenê de razé çimkî lawike ku ji evinê rê bûye padîşah wê evindarê dilê her mirovan de be wê wekî ayetekî di misheba azadîxwaza de bijî wê ji neslê îbrahîm el xelîl be wekî pêxemberekî ne yê destpêkê û ne jî yê dawî be xwedî îdeolojîyekî ku raneweste, berdewam be wê ji hilbûna agirê şoreşa bindestan be caran dar e, caran sterk û caran erd e, caran heyv e û di dawî de wê ew lawik di ezmana da bibe roj wê nîşana serkeftina zarokên welaten agir be welatên mezopotamya wê eşq be, bawerî be, nûbûn be, biryar be, dilsoz be wê ew lawik sentezê hemû netewan be wê kî be? kî be? kî be? wê ocalan be.. ocalan be.. ocalan be..

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ferhad Merde şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz