Go ez bêjim wê dengê min pir bilind be
Piştre guhê guh li min guhdar dike tirsim ber û vajî bikin
Ji ber yê go min guhê diwarê derewan bixîne însan e
Tirsim ji xwere xeyale kî çêkim wek ku cenneta xwedewend ez tê de hilperim
Ji ber yê kabusa berde xeyala min însan e
Bi bazkên azadiye weke kevukekî di ezmanê welatê xwede ez newêrim bifirim
Ji ber yê go min bi nêçîra xwe ji ezmana bîne xwar însan e
Ez esîrê dengê bilbilekê me guhdar bikim hembêz bikim lê ez newêrim
Ji ber yê go bilbila pêşiya çavêmin di qefesa xwede ker bike bêdeng bike însan e
Nikarim berê va helbestê xwe bidim lêgerîna rastî û ez lê bigerim
Ji ber yê go helbesta min kelepçe bike însan e
Ku çavêmin ronahiyekê bikeve ji kesekî re nabêjim û nebêje
Ji ber go yê go çavêmin kur bike însan e
Li ber destê qederê ez bume esîr sêwî reben parsek winda
Sebeba go ez xwe qurbana berîka xelkê bikim însan e
Ez ditirsim bibim aşiq ji bo evînekî ne diyar
Yê go xiyanetê li dilêmin bike însan e
Pir caran pey mirinê ketim go ez bimrim
Yê mirinê li min şîrîn bike însan e
Wê çave dayikamin ser goramin ve be
Yê rê peşiya dayîka min jî bigre însan e
Min tobe be carek din ez bêm vê dinyayê
Ji ber yê go min dewletbuna xwede dîsa kole bike însan e
Ger însan wusa be çima insan insan e
Ka wîjdan, ka rûmet, ka dil
Ma gelo ev jî ne para însan e
Hey însan
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ferhad Merde şiirlerine dön