Dîmenek im li ser rûyê dîwarekî ji kevir î kevnar
Bi we ra wisa rû bi rû mayî,
Çavan diqirpînim,
Li ber deriyê perîstegehekî selebendekî seqî me,
Xetên min pencên şems dipîvin,
Di zendekî da qeyd û bend im,
Li ser dilê kalekî tîreke zincîrkirî me,
Ji xwe ra dizîvirim vê lehzê vê payîzê!
*25 Cotmeh 2016, Erdîş
*Bi destûra helbestvanî ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Emerîkê Sidiqayê şiirlerine dön