Deng li xwe dikim;
Peyayo, tu li vê cîhanê çi digerî!
Stêrk diweşin çenga ciya min,
Lêvên hîvê radimûsim,
Sewta lorîkan...
Haş dibim, kerr dibim,
Tepekî li peleguha stêrkan dixim.
Xîtikkirinên min, navika min...
Kenê te li rûyê min cihêzê neqişandî ye.
Fîtefîta çivîkan, nanê cûco...
Bîna kersimê, to yê li ser nanê tisî...
Li berwarê bajêrê bêwar wer bûm!
Dicemidim, carcîma te li ser xewnên min!
*ji kovara Dilopê, hj: 4, r: 52
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Emerîkê Sidiqayê şiirlerine dön