Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Elî Herîrî

Elî Herîrî

2 görüntülenme 0 beğeni
xelkno werin bibînin, çi hûsneke bi kemal e heyran ji dil bibînin ji sene` zewal celal e. sene` xwedê ku danî sifhe ji nurê danay e enber li ser kêşay e enber xet di xal e. xalên di şibê enberî bêm her wek qemerî ez t`êr nabim ji munzerê min naçît ji xeyalê. min qet naçît ji bîrê zilfêt şibê herîrê wê li ser be di munirê dagirt bun helale. ebru helala eyd e dêm her wek xurşîd e eblek şibê nahîd e cibhet meha bi kemal e. cibhet meha teva ye ru sorgula bi xunav e reyhan hatine hindave nesrînyan da û pale. nesrînyan çu wext best e min nêrî pê host e eqlê min çu ji deste heyran kirim der hale. heyran bûm ez ji dinê sohtim ji dest evînê ji xwe nakim hivya jînê l`im kêm bûm mah û sale. li`m kêm bûn mah û salan metnê ji lam û dalan ji ber zehmet û eşkalan ez t`er dikim miqale. çavê min jê diborî ji ber ebleqêt xumarî wekî ava di carî bê wext û bê meal e gerden şuşa nebatê lêvê şerbeta heyatê ji hisna bît welatî bi min cahî helal e methê di nazenînan û sefê di xûn şirînan wekî dur û yasînan ez her dikem emale baxê ku sed bihar lê bilbilê lalezar lê ku ed gulê bixar lê bilbilî nale nal e ji Hindê bînin taracî ji mermeri bînin xeracî ji Romê bistînin bace ji bo xemla şepal e dêma xalê di hûr lê eyna zilfêt stûr lê rûnîva guhê tûr lê mehbûbê bê missal e hisna teya hebîbe dilekî min jê xirabe E`lî tu bike nesîbe dest bi dil wesal e hisna teya dilxah e dîlber lebsî sîyah e bi min kaa`be ella tewaf dikem her sale ji Hînd bînin talanî bikkin klî sibhanî ji bo çavê şa-siltanî dema bêtin ser sal e çend bîbêje Elî Sadiq ji serar û di qayq ji wan wesfê di layq ji hisna ya elal e. (Ji kitêba Sadîq Behaddîn)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Elî Herîrî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz