Dîsan ji nû eşqa berê pur-enderûnim ateş e
Zulfa muzeyyen `enberê de`wa digel xala reş e
Xala li dêmê dil reva sed rûh û canim bin feda
Sotim gelo çum tê nema terkim kirin eql û huş e
Eql û huşim bûne esîr dinya ku geh geh tête bîr
Dem şubheta bedra munîr zulfa ji werdê bên xweş e
Werdan ji nêv zulfan derîn şu`la binefşê têwerîn
Bala û qedda `er`erîn her yan li ser marê reş e
Dîsanê hey tet û teçit(diçit) îhyayî emwatan tebit(dibit)
Wechan mudam nûr jê teçit dem şubhetê şem`a geş e
şem`a şebistanan ew e werda gulîstanan ew e
Sirrê tebistanan ew e şoxa Herîrî dil geş e
`Ecîb letîf û cindî ye ezman(ziman) nezan û Rûmî ye
Ageh ji eşqbazan niye mest û xumar û serxweş e
Serxweşê cama şerbetê dêm şubhê şem`a zulmetê
Hûriya d`baxê cinnetê serdara çendîn mehweş e
Mehweşê ku westan sef be sef ew hate der Misrê tekef
Wan got Eliyo la texef meb`mirdinê qewî xweş e
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Elî Herîrî şiirlerine dön