Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmedê Xursî

Ehmedê Xursî

2 görüntülenme 0 beğeni
Berf… di dev û kepuwê min re fûriya tilîyên min bûne şûşikên qirayê dilê min ma dîlimekî qeşa ji min bawer nekirin ku min sare tenê bo we dibêjim: di tayê de me * * * Pêxwas… birçî û tazî mam çavê min girînekên hêsira bûn ji min bawer nekirin ku sêwî me tenê bo we dibêjim: bê welatim * * * Bo Ceza`ir… min mecîdî çerxî û firing dane hev li Amûdê dawa min tijî gurçikên biraştî bûn di sînemê de min zarok fêrî avjenîyê kirin di agir de ji min bawer nekirin ku lehengim tenê bo we dibêjim: Se`îd axayê deqorî me * * * Xwîn … di damarên min de bû `herî min xerdel kêşand û berneda termê min neppixî bû heban ji min bawer nekirin ku pakrewanim tenê bo we dibêjim: Helebça me * * * Avdar … di paxila min de mayin bû li diwazdehan qormîş kirî bû dema min nexwest ku dayika min bigrî ji min bawer ne kirin ku raperînim tenê bo we dibêjim: Qamişlo me * * * Di çavê min de… îsandina e`qîqeyan di gerdena bajarên biyan de û şarê minî jar ji dervî nexşeyan li paş sawîr û sînoran di giyanê min de dima çavşînkek bi aso ve daliqandî ji min bawer nekirin ku penaberim tenê bo we dibêjim: Kurdim.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmedê Xursî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz