Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmedê Xursî

Ehmedê Xursî

2 görüntülenme 0 beğeni
(şeva sahî wênekêşe û her tabloyek derdekî dibêje) Tabloya -1- Xemrevîna min…. Navbera min û te Berîka Zenûbya û lingên wênî kevirî û rê hîn jî dûre… çemê Ferat Pira daleqandî şopa lingên Osman û torinên wî û rê hîn jî dûre Yek libên beyaran Zindan û Sînemeyên şewitî Sikak û kolanên raketî Mîna xewa dilberekê Li hêviya ramîsana şahekî hijde salî me li hêviya ramîsana Ji navbera ebriwên te. Tabloya -2- şevvv.. zîîîîze…. Wisa vingîn Ji dû kerwanên sitêran dirêje Cih ne nase… Mîna çîrokek gulgulî Xewnan ew ne bînabû Lê dibe ku Xortên li paş sînoran Bi çavan dîtibin Jiber ku heçhecîk û dîlekên telîfonan Bi zaravê hev dizanin. Tabloya -3- Xewnên tenik… Ramanên adîloşane Ez dibêjim Yan jî sermeya zivistanane Havîn dibêje Hinek dildar bijîjkê dilane… Yar dibêje -çima tu ne wisayî..?!!! Kevok sipî çênî Serbask bi xine Neynûk dilop Nikil dilme Rewanên pêxemberane Bihiştî dibêjin. -çima tu ne wisayî..?!!! şepolên Xabûr geriyan Di bin meywan de westiyan Meywak bi tenê qurmizî Yên din windane biliyan…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmedê Xursî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz