Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ebdilhelîm Mela Mihemed

Ebdilhelîm Mela Mihemed

2 görüntülenme 0 beğeni
(Ev helbest diyarî ye bo Mister Tonî, karmendekî Carîtasa swêsrî, yê ko digot ko problêm û doza kurdî tune ye) Mister Tonî ezbenî ma a te digel me çiye? nerîna te ev e Kurd kî ye? yekî nezan ji çolan ji ber pez û dewaran hatiye? şivan û gavan tazî û birçî KURDISTAN kavil û bê xêr e ne war û ciye milletekî diz ü keleş û serserî ye ew û efyûn firoşan û dizên (Migrosan) ferq niye. Mister Tonî Tu zanî nexweş im sed carî min ji te re gotîye. Tu dibêjî tişt niye ev hîn tirs û bêzarî ye Bi dest slavê dikî lê tu dil bi tenî ye Digel min bi mirês û bêzari lê bi jinên ü Bosniya re pir hemşerî ye. Ya te ne başbûn û mirovatî ye Lê ya te bi xwe tolazî ye Mister Tonî ezbenî eger dixwazî bizanî karê Kurda li vir çiye? LOZANA bîst û sisyan min aniye min der bi der û bi çolan xistiye. Kurdistan buhişte ne kavile lê bê hêz û bê xwedî ye Cîhan yekmîn ew xiste bin lingên ker û hovan biner Turkiya Kurdistan tev kembax kiriye Lê li Ewropa tê gotin Turkiya dîmoqratî ye di her çar perçên Kurdistanê de ziman berbend e û Kurd dilin lê ê we kar û fêda we li ku be ew başaiye. Mister Toni tu çi zanî ez kîme? Bêtir ji deh kesên mîna te min xwendiye mamoste û rêber büm lê dem hiz û kole ye yê mîna te îro li ser min begçiye. Me li jinê pir pîs û dilreş dîtine ya EREB û Tirk û Firsa bi me re rû li rû ye heşkere ye û bê minetî ye lê , yê mîna te bi me re veşartî û bê qûnî ye. Bizane, Mister Tonî ko her dem Kurdistan ji me re Buhişt û daxwaz û evîn e Ma Swêsra li hember çiye!?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ebdilhelîm Mela Mihemed şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz