‘diyarî hemû keçên me yên kurd ko jiyanek zehmet dijîn’
Ji xwendinê anîn der
Gotin çav şîn û porzer
Bikêr nayê xwendin
Bera ew jî bibe jin
Bike karê mêrê xwe
Ew rûnê li mala xwe
Law çiqas pîs be, başe
Qîz çiqas rast be, şaşe
Mêr çi jê re bêje, erê
Jin dibe wek kerê
Kesê bi kuncîlên nû
çi pêşketîne li rû
Gotinên xweş dibêjin
Dilê Mirov dibirêjin
Lê karên wan tev qirêj
Xwedî rojî ü nimêj
vedixwin , serxweş dibin
Li pey pera dikevin
Zava divê maldar be
Xwedî zêr û sera be
Ketin pêxêla hevdû
Yek ji wan hat û çû
Yekî got bidin vî
yê din got, na, bidin wî
Heta dane du-siyaka
Bûn çîroka sikaka
Zava hemû maldar bûn
Xwedî zêr û sera bûn
Paşî dane xortekî
Karê diyê navmalî
Dest ta bi enîşkê zêr
Ew kar li cem wan bi xêr
Wesa tev bûne kêfxweş
deh bûne wek yek û şeş
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ebdilhelîm Mela Mihemed şiirlerine dön