Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dr. Zerdeşt Haco

Dr. Zerdeşt Haco

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez Kurmancî me xwezayî me ji gulistana hindo-ewropî me ji mişara zimanên tewan, ne yên berbihevî me Ez duçemî me dicle û firatî me çiyayî me ezmanî me stêra berbangî me heyva çardehî me rojhilatî û rojavayî me bakur û başurî me Ez Soranî me Kirmancî û Kirdkî me Goranî me Lurî û Bextyarî me Badînî me Serhedî me Ez kevnariya şaristanî me dîtina felsefî me peyvên pîroz î laleşî me xwediya hijmara çilî me çarşemî me ava zelal a zimzimî me dengbêj û çîrokvanî me bi lê lê û lo lo xemlandî me Ez Cizîrî me Xaniyî me Mewlewî me Qubadî me Nalî me ez Bedirxanî me qebqeba kewê biharî me dewlemend im, bi xwedî me Ez dîlbera xortanî me siwara rojhatî me kevanê kişandî me tîra xurihayî me ez şûrên ji kalan kişayî me mertalên ala kurdî me Ez bawerî me ne çûyî me ez hatî me herdemî me rimên agirên newrozî me ronahiya roja timî me kesk û sor û zer spî û gewherî me Ez evîna zimanperwerên kurdî me haştî me hevaltî me delala xwedî, heval û hogiran kulîlkek ji kulîlkên cihana rengîn, ez elmasa taca mêdî me Bihara 2000î

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dr. Zerdeşt Haco şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz