Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dr. Zerdeşt Haco

Dr. Zerdeşt Haco

2 görüntülenme 0 beğeni
Yê Kurd û Xwedayê Dilovan Kurdek, piştî ko dinyayê dev jê berda li xwedayê dilovan vegera Piştî jiyaneke dijwar, tev belangazî, tijî ji kul û derda xewnê dibîne: Ew li azmanan e, li bihişta Belê felekê çerx çawa gera: Dozgerê dewletê bi zend û bend e, li ser textê xweda çavên wî li cilên dozger dikevin û awrên dozger xwe berdidine dila Wî tavêjine ser çokan û çekê dixine cênîka: "De bêje, kurê min, ber pê were, da ez kari bim li te bibhûrim wan guniha Belê berî ko tu bêjî, xwezka te hişti ba, em ya dilê xwe bidine deva: Ez dizanim, tu mirovekî têrorist î. Vêce ka bêje kengî û bi çi awa." Pêlên tirsê yê Kurd hejandin: "Ev çawa bû, ma jiyana min dîse xwe vegera? Ma jiyana min bê dawî ye, ev çi ye? Ma jiyana piştî mirinê ka?" Ew li hawîr xwe zîvirî, salon bi xemil û şepal e, li derve awazên kevineroja Xweda mirovekî kal e, lê desthilatdar e, li vir roj hew dikare here ava "Ev çi bêqudoşî ye, min digot qey li vir, li jor wê mirov weke hev bana Mirovê kari be pesinê yê dilovan bide, li vir wê xizan û dewlemend weke hev bana Gerek e, li vir yên dilşikestî dilxweşî û yên bazdayî haştî dîti bana Di bihişta xwedê ya herheyî de, ev çi ye? Xwezî min ew ne dîti bana" "Wisa bû, lawê min. Tiştê tu li ser dipêjinî, rast bû. Belê hertiştî berdêlika xwe da Ka vêce em werine ser te û kirinên te. Te bi ya kesekî ne dikir, tê li ber hertiştî rabû ba Gava yekî li aliyekî riwê te dixist, ma ev jîrîtî bû? Te aliyê dî jî ne dida ber, da lê bida Te xwe ji azariyê rizgar kir û di pişt zarwên te re ji te pê ve kesek ne dima Te henekên xwe bi destihlatdariya ezmanî dikir, dixwest bi yên weke xwe re bikî cida Tu têroristekî ji dil î. Te serî li dinyayê xwar kir û ling danî ser lihevhatina." "Min digot qey, wa xwedawo, tu bi hertiştî serwext î, herwekî bi êşa gela Ez Kurd hatime vê jiyanê û Kurd jî min ev dinya berda Dixwestin min di qeydan de bend bikin û bi dilpaqijiya min bikenîna Zimanê min ji min bikin, stran, dîlan û dilê min bidizîna Dixwestin van hemiwan ne hêlin, me Tirk bikin li dinya Min digot qey, Xwedawo, tu dadîmend î, tê me rizgar bikî ji kula Min digot, Xweda, tu dilovan î, xweziya min ew bû, ko tu rojekê di êşa min bigihişta Gava ez bi xwe hisiham, ez kî me, tukes ne bû, ko gelê min rizgar kiri ba Armanca min zelal dibû û ramana min bi tenê ne dima: Ez serbilind im, ko têkoşerekî gelê xwe me, bibîne, tevgerê za." Yê dozger, yan yê ko jê re Xwedê dibêjin, ji banî ve yê Kurd da ber awira: "Tu vê xemil û şepala salonê dibînî, ya dewleta min, tu nikarî pesin bikî bi lêva Ev ne kehniya xewnan e, bi xwarin e, jiyana li vir, û vexwarina Desthilatdariya dinyayê mûçeyê min dide, û desthilatdarî ne bûye xewn, ticara Ew, ew in, yên ko we koçer dibînin û ji we re dibêjin Kurdên têrorista Emêrko-êl, Ewro-êl, Tirko-êl û Israêl bûn, yên ko li derbeka azmanî dida Tenê ew kesê ko li ser erdan li asta wan be, kare bi wan re bikeve nav dîlanên stêra Rastî tim ya desthilatdariyê ye, hêvîdar im, ko vêce tu hişyar bû bî, Kurdo, bila? Rastî ya desthilatdariyê ye, çi li ezmanan û çi li erda Wekî dî tê tim têrorist bimênî, raperîna te divî bû desthilatdar ba Vêce rabe ser xwe, here devereke penaberiyê, cihên ava" Bi qeşmerî digot dozgerê nedilovan, rêncberê cihana bêbava Sibata 1999, Serokê PENa kurdî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dr. Zerdeşt Haco şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz