Li ser gora wî.
Fereşte ser ditewînin.
Hildikişe.
Ji xwîna wî.
Gulek sor.
Nizane zimanê Helbestê.
Ne zimanê.
Xunavê.
Ji devê wî derdikevin.
Pinpinîk û.
Xewnên mezin.
Nexwazin ji wan.
Tiştên neçar.
Zarok nîgar dikin.
Gulê di rengê bumbê de.
Xencer.
Di rengê Kurdistan.
Nas nakin.
Hêlînên cejnê.
Ne bilûrên şahiyê.
Ne cudaye li cem wan.
Di navbera.
Pênûs û xencerê de.
Ne cudaye di navbera.
Serdana dawetan.
Yan bav.
Li pişt şîşên zindanan.
Ne cudaye.
Di navbera serdana.
Gulîstanan de.
Yan serdana.
Goristanan.
Nexwazin ji wan.
Tiştên neçar.
Nîgar dikin gulê.
Di rengê bumbê de.
Xencer jî.
Di rengê.
Kurdistan.
şorê, 7-4-2005
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Dilêrê Kurd şiirlerine dön