Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dilêrê Kurd

Dilêrê Kurd

2 görüntülenme 0 beğeni
Diçim li ser rêçek zelût. Bê dûmahî. Bê asîman. Hawîrdor min darin. Li ba dibin. Ziravin. Dilewlijin. Hin şikestî. Ji bin destî. Lat jî hûr bûne. Ji top û metelyozan. Bûne kakil. Bûne xwê. Payizê serê xwe rakir. Kostek qetand. Hilanî qelpax. Ji ser goristana qadê. Erê yadê. Lê goşiyên tirî sorin. Reşin. Xweşin. Terwendene. Dalqiyane ji dêliyan. Ji mêwan. Ronî didin wek şeveqê. Wek rojhilata li gundan. Dijenim. çavek miç û çavek bel. Belbelîskan didim. Hildiçenim. Bi çolan dikevim. Dilîlînim. Kunnikî xwe tavêjim. Bi zik ve û bi piştê ve. Digevizim. Di nav xaka rê de. Dibakim. (bang dikim) Eve xaka welatê min. Rûmeta bi rastî. şorê, 1/02/1986

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dilêrê Kurd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz