Dara xemilandî bi êmîş û ber û sorgul
Bayê sipîdê lê didî, vî alî, wî alî
Ev hewş xemilandî bi kêf û kar û xebatê
Hetanî kû saxim li jînê herdem li balî
Herçar çêlîkê şêran li dora te diçin tên
Pir şane digel herdû xatûnokê delalê
"Aram" û "Nebez", bi hevdûre "Riza" û "Zana"
"Pêla" û "Heya", radikin govendê xwemalî
Sed şukr û sipasan hildidim ez ji xwedêre
Vî halî nadim ez tucarî qet bi çi halî
Ser kursiyê xwe pal didim rengê mîrê Botan
Taca xwe nadim bi i`gal û şevqa " Kemalî"
Sed "Cengîz" û "Iskender" û "Holakê" mexolî
"Kisra" li ber destê min dibê wek navemalî
Ev hale mine şahiya jînê tim dinoşim
Wek, kaniyên seqlawe û ser singê zelalî
Destê me bi hevdûre, me ava kirî ev jîn
Hetanî me ronî kir weke find û şemalî.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Dildarê Mîdî şiirlerine dön