Tîrêjê roja kurda ya li asoyê welatî geş
Bilbilê bax û gulzara li bostanan xelatî xweş
Delalê dengê qîza ye li qirş û qurmik û dara
Dikalê her dikê nalîn li ser demê Evîndara
şev û rojan dikê qeb qeb di nav gulzar û gulbaxa
Belê ahan dikêşînê kû dermanê hemû daxa
Tu geşbûna sitêra ye di şevên tar û êvara
Nîşana tore û çandê gula pirtûk û kovara
Ronahîka Roja Nû bû bi ristên xwe te pir xweşkir
Sitêra kamîranê Kurd li ezman te pir geş kir
Di nav destan de pir dîlî pepûk û mestî pênûsê
Bi vîna seydayê hêja riwê pel xweş diramûsê
Bi koça te belê seyda kinarek odê ma vala
Sirûd û lavij û efsan bi hev re çûne tev bala
Evîndarê welatî tû, tu dilêşê hemû êşê
şev û rojan bi fîxanî ji xwîna dil didê bêşê
Di rojên cejn û sersala tu serdarê civata ye
Bi kolosê hevirmîşî di destê qîz û xorta ye
Belê lingek li Dicla bû li şamê bû, yek li Efrînê
Bi ker û kor û gêja re divê doza xwe bighînê
Belê em bargiran in tim ji erk û doz û daxwaza
Eger pêş ew kul û kor e ezê çibikim bi awaza
Ezê çibkim bi van rista bi van aha bi van derda
Bi van peyva di piştî te bi van pendê li pey perda
Belê seyda bi hêvî me li me îro temaşa kî
Were bibhîze van denga bi qedrê qîz û xorta kî
Bibîne kû mînakê te di nav gel çi rengîn e
Belê navê te yê şêrîn di nava lêvê şêrîn e.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Dildarê Mîdî şiirlerine dön