Payîz
li ser reva
tilûran siwar e;
û dêrika çavên te,
biyaniyê pûç dike...!!
De veger
ji bo tutina Amedê,
wek dilê te
zû vêkeve …!!
Em ê dîsa
wek du destên nerm û sivik,
li têlên baranê bidin…
Dîno ew çi awaz bûn?
Ger xanî ne cotar ba
me nê ji ku de
Fisteqê evînê bixwarana..?
şam, 6-6-2002
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Dîlan Şewqî şiirlerine dön