ez ê bi çolê kevim
ez ê berê xwe
bidim te.
tu taya sar û germ î
ez di kenê te wer bûm.
dengê te,
wek pêlê derya
hedana min
perçe kir.
û hiş di govenda te re
xemgêr e.
û çavên te
ev çavên zêr
bê guman wê rokê
serê min bixwin
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Dîlan Şewqî şiirlerine dön